‘Ji bo pêşeroja xwe em piştgiriyê didin Çepên Kesk’

Ciwanên ku di civîna Partiya Çepên Kesk de ya li Haciahmet a Stenbolê hatin ba hev, diyar kirin ku wê ji bo pêşeroja gel, jinan û ciwanan piştgiriyê bidin Partiya Çepên Kesk.

Bi nêzbûna hilbijartinên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, Partiya Çepên Kesk xebatên xwe didomîne. Partiya Çepên Kesk li Haciahmet a Stenbolê civîna ciwanan lidar xist. Ciwanên ku beşdarî civînê bûn, diyar kirin ku wê xwedî li Partiya Çepên Kesk derbikevin.

Civîna ciwanan a ku namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ku li Stenbolê bi ciwanan re hatin ba hev, xwest li Parka Demokrasiyê ya Beşîktaş Maçkayê bike, piştî biryara YSK’ê hat qedexekirin. Ciwan piştî biryara qedexeyê, li Haciahmetê bi namzetên parlamenteriyê re hatin ba hev.

Ciwanan ji ANF’ê re qal kirin ku wê çima piştgiriyê bidin Partiya Çepên Kesk.

‘ÇEPÊN KESK PÊŞEROJEKÎ PÊŞKÊŞÎ ME DIKE’

Hunermendê şanoyê Diyar Koç diyar kir ku Partiya Çepên Kesk hunerek azad û bêyî sansur pêşkêş dike û got: “Hûn coşa li vir dibînin. Civîna me ya li Maçkayê betal bû, lê em têk neçûn. Partiya Çepên Kesk pêşerojekî pêşkêşî me dike.”

Xwendevan Fatê Polat jî ev tişt got: “Li erdnîgariya ku em lê dijîn, jin di nava kolanê de tên kuştin û kujer nayên cezakirin. Têkildarî vê yekê yekane partiya ku edaletê pêk bîne, Partiya Çepên Kesk e.”

Ji ciwanan Hasan Balat jî anî ziman ku Partiya Çepên Kesk ji bo ciwanan dixebite û destnîşan kir ku ji ber vê yekê ew pişgiriyê didin Partiya Çepên Kesk.

Elmas Subaşi jî ew pişgiriyê didin Partiya Çepên Kesk ji ber ku nirx dide jin, zarok û xwezayê.